NÛÇEYÊN KURDÎ

WEZÎR SOYLU RAGIHAND KU GUMANBARÊ TEQÎNÊ HATÎYE BINÇAV KIRIN

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ragihand ku kesê ku di teqîna Beyogluyê de bombe danîye, hatiye binçavkirin.

WEZÎR SOYLU RAGIHAND KU GUMANBARÊ TEQÎNÊ HATÎYE BINÇAV KIRIN

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ragihand ku kesê ku di teqîna Beyogluyê de bombe danîye, hatiye binçavkirin. Soylu piştî vekolînên xwe yên li Kolanê Îstîklalê, daxuyanî da çapemeniyê û wiha got: “Kesê bombe avêtiye Kolana Îstîklalê ji aliyê ekîbên me yên Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ve hatiye binçavkirin.” Soylu diyar kir ku ji 81 kesên birîndar tedawîya 50 kesî bi dawî bûye û ji nexweşxaneyê hatine derxistin. Her wiha 5 birîndar hê jî di bin çavdêrîya giran de ne. Li alîyê din Qeymeqamê Beyoglûyê Mustafa Demîrellî û Şaredarê Beyoglûyê Haydar Alî Yildiz ji bo bîranîna kesên ku di teqînê de jîyana xwe ji dest dane, li devera bûyer lê qewimîye qerenfîl danîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.