NÛÇEYÊN KURDÎ

WEZÎRÊ TENDURISTÎYÊ KOCA DERBARÊ NEXWEŞÎYA SORIK Û ERÎSÊ DE DAXUYANÎ DA

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca derbarê cureya nû ya vîrusa koronayê, Erîs û nexweşiyên sorikê de daxuyanî da.

WEZÎRÊ TENDURISTÎYÊ KOCA DERBARÊ NEXWEŞÎYA SORIK Û ERÎSÊ DE DAXUYANÎ DA

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca derbarê cureya nû ya vîrusa koronayê, Erîs û nexweşiyên sorikê de daxuyanî da.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca derbarê cureya Erisê ya ku ji binê cureya Omicronê ya ku li DYA û Îngilistanê zêde xuyadibe, agahî da.

Wezîr Koca diyar kir ku gelek agahî hene ku bi taybetî di van rojên dawîn de cureya Erîs li derveyê welat hatiye dîtin û wiha got: "Ev cure cureyên Erîs û yên wekî wê li Tirkiyeyê nehatîye dîtin. Ma Covîd hîn jî tê dîtin, erê tê dîtin. Di vê heyamê de em serdemeke cûrbecûr dibînin ku bandora wê di mutasyonan de gav bi gav kêm dibe. Bila hemwelatîyên me diltirsyayî nebin."

Wezîr Kocan got, "Em dizanin ku bi koçberiyê re bûyerên sorikê zêde dibin" û wiha berdewam kir, "Rêya herî bi bandor a parastinê derzî ye û wiha dewam kir, "Girîng e ku em derzîlêdanên zarokên xwe ji bîr nekin. Li welatê me li gorê 2-3 meh berê nexweşên sorikê hêdî hêdî kêm bûne. Bajarê herî zêde ji sedî 80 Stenbol e, paşê Enqere, Dîlok, Kocaelî û Amedê ye."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.