NÛÇEYÊN KURDÎ

WEZÎR URALOGLU: XEBATÊN WAN A TRÊNA BILEZ A AMEDÊ HENE

Wezîrê Gîhandin û Binesazîyê Abdulkadîr Uraloglu ku ji bo vekirina rêya Amed-Bismil-Êlihê hat Amedê dîyar kir ku ji trêna bilez a Amedê xebatên wan hene.

WEZÎR URALOGLU: XEBATÊN WAN A TRÊNA BILEZ A AMEDÊ HENE

Wezîr Uraloglu di bernameyê de axivî û dîyar kir ku armanceke din a van xebatan ew e ku girîngîya bajarên ku li herêmê wek navend e bi taybetî jî li Amedê, zêde bikin.

 

Wezîr Uraloglu wiha got, "Lêkolînên me yên ji bo Projeya Trêna Bilez a Elezîz-Amedê ya ku wê bi leza 200 kîlometir di saetê de Amedê bi Elezîzê ve girêbide, dewam dike.

Rêya trênê û otobana 1200 kîlometroyî ya ku ji hinekî başûrê me derbas dibe, ji Bendera Fawê ya Iraqê dest pê dike û ji Derîyê Sînor ê Ovakoyê re derbasê welatê me dibe û wê li hemû welatê me dewam bike."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.