GÜNDEM

WEZÎR YANIK: JI BO XWENDEKARAN ME DEST BI PIŞTGIRÎYÊ KIR

WEZÎR YANIK: JI BO XWENDEKARAN ME DEST BI PIŞTGIRÎYÊ KIR

Wezîrê Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanîk destnîşan kir ku ji bo lêçûnên çûnûhatinê yên xwendekarên perwerdehîya seretayî, navîn û bilind yên ku ji alîkarîya Civakî sûd werdigrin dest bi bernameya piştgirîyê dikin. 

 Wezîr Yanik da zanîn ku bi bernameya piştgirî ya navborî ew ê destekê bidin lêçûnên çûnûhatinê yên navbajaran ên xwendekarên dibistana seretayî, navîn û bilind ên li parêzgehek ji malbata xwe cuda dixwînin. Her wiha Wezîrê got, “Sînora jorîn a desteka ku em ê ji bo sala 2023an bidin xwendekarên xwe 750 Lîreye. Bi vê bernameya piştevanîyê, lêçûnên çûnûhatinê yên xwendekarên me, wê salê du caran were dayîn.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.