NÛÇEYÊN KURDÎ

WEZARET LI DIBISTANAN “DAYÎKA POLÊ” QEDEXE KIR

Li dibistanan “dayîka polê” hat qedexekirin. Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) derbarê mijarê da hişyarîyeke fermî da.

WEZARET LI DIBISTANAN “DAYÎKA POLÊ” QEDEXE KIR

 

Di hişyarîyê de hat dîyarkirin ku gilî hatine kirin ku dêûbavên di bin navê "dayîka polê" de hatine wezîfedarkirin ji dêûbavên din pereyan distînin, ji bo peydakirina alavên dersê pere dixwazin û car caran jî midaxeleyê dersan kirine.

Hat destnîşankirin ku destwerdana kesên ji bilî mamosteyan li derdorên perwerdehîyê, kalîteya perwerdeyê xirab dike û rewşên berevajî rêgezên pedagojîk diafirîne.

Di nameya ku ji walîtîyan re hat şandin de, hat xwestin ku pêkanînên di qanûnê de di bin navê dayîka polê de an jî navên mîna wan de cîh nagirin destûr nedin û derbarê vê mijarê de dibistan bên hişyarkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.