NÛÇEYÊN KURDÎ

WEZARETA DERVE YA IRAQÊ, ÊRÎŞA HEWLÊRÊ ŞERMEZAR KIR

Wezareta Derve ya Iraqê êrişên mûşeka balîstîk ên Îranê bo ser Hewlêrê bi tundî şermezar kir.

WEZARETA DERVE YA IRAQÊ, ÊRÎŞA HEWLÊRÊ ŞERMEZAR KIR

Wezareta Derve ya Iraqê êrişên mûşeka balîstîk ên Îranê bo ser Hewlêrê bi tundî şermezar kir.

 

Di daxuyanîya îro ya Wezareta Derve ya Iraqê de hat ragihandin ku mûşekên balîstîk ên Îranê, li Hewlêrê cîhên sivîlan kirine hedef û di encamê de sivîlên bêguneh hatine kuştin û di wê êrişê de karmendek Kurd û keça wî jîyana xwe ji dest dane û endamên malbatên wan jî birîndar bûne.

 

Di daxuyanîyê de hat gotin, "Hikûmeta Iraqê helwesta Îranê weke êrîşa li dijî gelê Iraqê û ewlehîya herêmê dibîne. Hikûmeta Iraqê wê li hemberê van êrîşan, gilîyê li Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî jî di nav de hemû tedbîrên qanûnî bide destpêkirin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.