NÛÇEYÊN KURDÎ

WHO: 348 KES BI VÎRÛSA HEPATÎTÊ YA VEŞARTÎ KETINE

Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê ragihand ku heta niha bi giştî 348 kes, bi vîrûsa hepatît ketine.

WHO: 348 KES BI VÎRÛSA HEPATÎTÊ YA VEŞARTÎ KETINE

Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê ragihand ku heta niha bi giştî 348 kes, bi vîrûsa hepatît ketine. Hat dîyarkirin ku li 6 welatên cîhanê ji 5 zêdetir bûyer hatine dîtin. Hat parvekirin ku ji sedî 70’yê nexweşan bi adenovîrûs û ji sedî 18’ê wan jî bi Kovîd-19’ê ketine. Tê gûman kirin ku vîrûsa hepatit, dikare piştê Covîd-19’ê bibe sedema şewba nû ya cîhanî. Navenda Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşan a Dewletên Yekbûyî, di 6ê Gulanê de dîyarkirîbû ku li 25 dewletan zêdetirî 100 zarok bi vîrûsê ketine. Hat ragihandin ku heta niha 5 zarok ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.