NÛÇEYÊN KURDÎ

XEBATÊN DEPSAŞ’Ê HEZRO BÊ CEYRAN Û AV HÊŞTIN

Xebatên kolandinê yên Şîrîketa Firotina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEPSAŞ) ku bi mehan e li Amedê û navçeyên wê berdewam dike, zirarê dide welatîyan.

XEBATÊN DEPSAŞ’Ê HEZRO BÊ CEYRAN Û AV HÊŞTIN

Xebatên kolandinê yên Şîrîketa Firotina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEPSAŞ) ku bi mehan e li Amedê û navçeyên wê berdewam dike, zirarê dide welatîyan.

 

Xebatên kolandinê yên ku DEPSAŞ meha berê dabûn destpêkirin li navçeya Hazroya Amedê hê jî didomin û ji ber vê gelek caran ceyran û av qut dibin. Bi hatina mehên zivistanê û barana zêde re ji ber ku DEPSAŞ xebatên kolandinê yên li ser rêyan neqedandîye, rêyên navçe û gundan di bin herîyê da dimînin.

 

Her wiha negirtina kolandinê piştê barana zêde ya duh bi şev bû sedem ku siwareyên welatîyan ketin çalên vekirî. Li alîyê din rêya navend ya Hezroyê ji ber xebatên kolandinê ji trafîkê re hat girtin. Welatîyên Hezroyê bang li rayedaran kirin û gotin ku di demek herî kin de van xebatan biqedînin û vê mexdûrîyetîyê ji holê rakin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.