NÛÇEYÊN KURDÎ

XEBATKARÊN ASM’Ê DAXWAZA ‘BACA BI EDALET’ DIKIN

Xebatkarên bi peyman û mûçe yên li Navenda Tenduristîya Malbatan (ASM) dîyar kirin ku bacên ku ji mûçeyên wan tên birrîn zêde ye û ji ber zêdebûna malîyeta jîyanê hêza wan a kirînê kêm bûye, lewma ew di bacê de edaletê dixwazin.

XEBATKARÊN ASM’Ê DAXWAZA ‘BACA BI EDALET’ DIKIN

 

Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan a ku li ser navê xebatkarên ASM'ê yên li ber Ziya Gokalp ASM'a Yenîşehîra Amedê li hev civîyan daxuyanîya çapemenîyê xwend dîyar kir ku ji nîvê duyemîn a salê heta niha bi qasê ji sedî 35 bac ji wan hatîye birrîn.

Turan dîyar kir ku ew dixwazin rêjeya bacê bibe 15 û sabit bimîne û wiha got: "Ji 21ê Sibata 2024an roja Çarşemê (îro) ve em ê li navendên tenduristîyê yên malbatê yên li seranserê Tirkîyeyê heta ku daxwaz bên bicîhanîn her Çarşemê dest bi çalakîyên bêdem û dorveger dikin."

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.