NÛÇEYÊN KURDÎ

XEBATKARÊN ASM’Ê: EM DI BACÊ DE EDALETÊ DIXWAZIN

Xebatkarên Navenda Tenduristî ya Malbatê yên Amedê bi gotina “Em di bacê de edaletê dixwazin” hewl dan dengê xwe bidin bihîstin û gotin ku heta ku ev bêedelatî neyê terikandin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

XEBATKARÊN ASM’Ê: EM DI BACÊ DE EDALETÊ DIXWAZIN

Xebatkarên Navenda Tenduristî ya Malbatê yên Amedê bi gotina “Em di bacê de edaletê dixwazin” hewl dan dengê xwe bidin bihîstin.

 

Di daxuyanîya çapemenîyê ya ku li ber Korhat ASM’yê de xebatkarên ASM’ê bi têkoşîna mafan a hefteya borî dabûn destpêkirin de wiha hat gotin, "Baca ku ji kesên ku bi milyaran lîreyê îhaleyan digirin, zêrfiroş û xwedîyên kargehan nayên standin, ji me bi rêya mûçeyan tên birrîn."

 

Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) Şaxa Amedê Mehmet Nur Ulus ku nivîsa çapemenîyê xwend wiha got, "Heta ku baca ku bi neheqî û bêhiqûqî ji xebatkarên ASM tê birrîn neyê terikandin û rêjeya daxistina bacê herî zêde ji sedî 15 neyê sînordar kirin, Em ê têkoşînê bidomînin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.