NÛÇEYÊN KURDÎ

XEBATKARÊN TENDURISTÎYÊ BERPIRSYARÊ BINPÊKIRINAN RÊVEBIRAN DIBÎNE

Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) ya Şaxa Amedê, ji bo balê bikişîne ser binpêkirinên mafan ên li Nexweşxaneya Zarokan a kedkarên tenduristîyê tên kirin, li ber nexweşxaneyê daxuyanî da.

XEBATKARÊN TENDURISTÎYÊ BERPIRSYARÊ BINPÊKIRINAN RÊVEBIRAN DIBÎNE

Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) ya Şaxa Amedê, ji bo balê bikişîne ser binpêkirinên mafan ên li Nexweşxaneya Zarokan a kedkarên tenduristîyê tên kirin, li ber nexweşxaneyê daxuyanî da. Di daxuyanîya ku gelek xebatkarên tenduristîyê jî lê amade bûn de; xebatkarên tenduristîyê cilê li ser "Tenduristî maf e, nayê firotin" dinîvisand li xwe kirin û pankarta "Em xêrxwaziyê naxwazin, heqê xwe dixwazin" vekirin. Hevserokê SES'ê yê Şaxa Amedê Şîyar Guldîken dîyarkir ku di encama anketa ku 2 hefte berê bi 237 personelên tenduristîyê yên li nexweşxaneyê dixebitîn re hat kirin wêneyê ku derketiye holê ev e ku, piştê pêvajoya şewba 2 salan, mafên xebatkarên tenduristiyê tên binpêkirin. Guldîken wiha got: "Li hemberî vî wêneyî divê rêvebirên nexweşxaneyan dev ji wezîfeya xwe berdin û ji kursîyên ku dagir kirine derkevin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.