GÜNDEM

XIZMÊN GIRTÎYAN LI BER SAZÎYA TIPÊ YA EDLÎ BANG KIRIN

Nobeda Edaletê ya malbatên girtîyên nexweş û yên ku înfaza wan hatîye betalkirin ku ji bo girtî werin berdan hatîye destpêkirin, di roja xwe ya 274'an de didome.

XIZMÊN GIRTÎYAN LI BER SAZÎYA TIPÊ YA EDLÎ BANG KIRIN

Nobeda Edaletê ya malbatên girtîyên nexweş û yên ku înfaza wan hatîye betalkirin ku ji bo girtî werin berdan hatîye destpêkirin, di roja xwe ya 274'an de didome.

Nobeda Edaletê ya ji alîyê malbatan ve li Amedê ji bo berdana girtîyên nexweş û yên ku înfaza wan hatîye betalkirin, îro li ber Sazîya Tipê ya Edlî (ATK) berdewam kir. Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partîya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Alîkarî û Piştevanîya bi Malbatên li Dergûşa Şaristanîyê ya Mezopotamyayê Xizmên wan Hatine Wendakirin (MEBYA-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevanîya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re (TUHAY- DER) piştgirîya malbatan kir.

Yek ji xizmên girtîyan Încî Guler dîyar kir ku ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin em nobeda Edaletê digirin û wiha got: “Em dixwazin zarokên me bên berdan.  Em ê her tim li benda berdana xwişk, bira û xizmên xwe bin. Ji ber ku em Kurd in ji me re dibêjin 'Em ê zarokên we li ber çavên we bişînin girtîgehê.' Lê zarokên wan jî hene, bila girtî karibin bijîn.” Daxuyanî bi dirûşmên, "Bijî berxwedana zindanan" û "Heq hiqûq, edalet" bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.