GÜNDEM

XIZMÊN NEXWEŞAN ÊN LI NEXWEŞXANEYA DÎCLEYÊ MEXDÛR IN

Hat îdîakirin ku li Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîcleyê di odeyên taybet ên ji bo xizmên nexweşan dimînin re hatine amadekirin de tiştên wek kursî kêm in.

Li gor nûçeya Rojnameya Tîgrîs, hat dîyarkirin ku li Nexweşxaneya Onkolojiyê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê, kursîyên odeyên taybet ên ku xizmên nexweş lê diman têr nakin û ji ber vê yekê mexdûr bûne. Xizmên nexweşan ku xwestin bi nexweşên xwe re bin û piştgirîyê bidin wan dîyar kirin ku li odeyên nexweşxanê ji bo razanê kursî nayên vekirin, ji ber vê yekê jî kesên ku di nexweşxaneyê de radiwestin û radizin gelek zehmetîyê dijîn. Xizmên nexweşan ku gelek ji wan dîyar kirin ku ew neçar in li ser kursîyên ku bi xwe re anîne radizên, ji bo vê rewşê ji rayedaran çareserîyeke lezgîn xwestin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.