NÛÇEYÊN KURDÎ

LI GOR METEOROLOJÎ TÊ TEXMÎNKIRIN KU LI HERÊMÊ HEWA WÊ EWRAYÎ BE

Midûriyeta herêma 15emîn a Amedê ya Meteorolojiyê der barê rewşa hewayê ya li gor herêman agahî parvekir û hişyarî da.

LI GOR METEOROLOJÎ TÊ TEXMÎNKIRIN KU LI HERÊMÊ HEWA WÊ EWRAYÎ BE

Midûriyeta herêma 15emîn a Amedê ya Meteorolojiyê der barê rewşa hewayê ya li gor herêman agahî parvekir û hişyarî da. Li gorî nirxandinên dawî; Tê texmînkirin ku li Amedê hewa wê ewrayî be, li rojhilatê Sêrt, Şirnex û Mêrdînê jî, bi şilope û baranê re wê ewr birûskan vedin. Di germahiya hewayê de guhertineke berbiçav nayê dîtin, tê texmînkirin ku hewa wê 2-3 pile ji asta demsalê zêdetir be. Her wiha, ji aliyê başûr û rojhilat ve dem bi dem bi hêza sivik wê ba rabe. Di hişyariya ku ji aliyê Midûriyeta herêma 15emîn a Amedê ya Meteorolojiyê ve hat dayîn de hat gotin ku ji ber bayê başûr bi giranî li herêmên başûrê Herêma me, barîna tozê tê texmînkirin, ji ber wê jî li hember neyînîyan, divê baldar û hişyar bin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.