GÜNDEM

XIZMÊN WENDEYAN AQÛBETA MEHMET GUNKANÊ PIRSÎN

Komeleya Mafên Mirovan (IHD) a şaxa Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 704’an a çalakiya xwe ya ‘Bila wenda werin dîtin, faîl werin darizandin’ de aqûbeta Mehmet Gunkan ku ev 28 sal in agahî jê nayê girtin pirsî.

Namzetê Lijneya Rêveberiya IHD’ê ya şaxa Amedê Yusuf Erdogan kurteçîroka jîyana Mehmet gunkan xwend û derbarê wî de wiha got: ‘Gunkan berê gelek caran hatibû binçavkirin û êşkenceyên giran lê hatibû kirin. Gunkan di Tebaxa 1994’an de li qereqolê bi zordarî siwarî helîkopterê kirin û ew birin. Ji wê rojê ve tu agahî jê nehat girtin.’ Piştî xwendina kurteçîroka Mehmet Gunkan û çalakiya rûniştina deqeyekî çalakîya vê hefteyê bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.