NÛÇEYÊN KURDÎ

XIZMÊN WINDAYAN LI FAÎLÊN VEDAT AYDIN PIRSÎN

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê, di hefteya 752’yemîn de çalakîya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xistin û li faîlên Serokê Partîya Kedê ya Gel (HEP) a Amedê Vedat Aydin ku di 5’ê tîrmeha 1991’an de li malê hat binçavkirin û paşê hat qetilkirin pirsîn.

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytûn axivî û got ku tevî 32 sal di ser pêvajoya tarî re derbas bûye jî, heta îro tu bûyer nehatîye ronîkirin.

Zeytûn dîyar kir ku heta kiryar ango faîl bên dîtin wê têkoşînê xwe bidomînin. Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz, serpêhatîya windakirin û qetilkirina Vedat Aydin xwend.

Piştê daxuyanîyê ji bo hemû windayan çalakîya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bi dawî bû.  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.