NÛÇEYÊN KURDÎ

XIZMETA TENDURISTÎYA LI MALÊ HAT BERFIREH KIRIN

"Rêziknameya Tesdîqkirina Xizmetên Tenduristîyê yên Malê" ya ku Wezareta Tenduristîyê amade kiribû, piştê ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin ket merîyetê.

Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê rêziknameyê de daxuyanî da. Bi rêziknameya nû re, qada gihandina karûbarê tenduristîya malê hate berfireh kirin.Wezîr Koca dîyar ku pîvan hatine dîyarkirin û wiha got, “Zêdekirina kapasîteya personel, wesayit û amûran li gor hewcedarîyê hatîye plankirin.

Pîvanên karûbarê tenduristîya malê ya demkî û ne dîyar hatine destnîşankirin. Hat dîyarkirin ku wê kîjan grûba nexweşan xizmetên lênêrîna tenduristîyê li malê werbigire. Ji mezinên me yên ji 80 salî mezintir re fersend hatîye dayîn ku ger bixwazin rasterast ji xizmetên tenduristîyê yên malê sûd werbigirin. Di xizmetên tenduristîyê yên malê de bikaranîna xizmetên tenduristîyê yên ji dûr ve hatîye dîyarkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.