NÛÇEYÊN KURDÎ

DERMANFIROŞÊN KU DAXWAZÊN WAN PÊK NAYÊN WÊ MÎTÎNG LI DAR BIXIN

Odeya Dermanfiroşên Amedê bi dirûşma “Divê mafê dermanfiroşan were dayîn” pêvajoyeka çalakîyê dabû destpêkirin û derbarê vê pêvajoya ku dabûn destpêkirin civîneka nirxandinê li dar xist.

Di dawîya civînê de derbarê pêvajoya çalakî û bernameya ku wê pêşerojê de deynin pêşîya xwe, raporek amade kirin. Odeya Dermanfiroşên Amedê di raporê de dîyar kirin ku daxwazên wan, ji bo sîstema tendirustîyê bê pirsgirêk bimeşe girîng in û wiha hate berdewamkirin: “Em ji bo dengê me were bihîstin bi hevkarîya hempîşeyên xwe di meha cotmehê de li Enqerê amadehîya mîtîngekî dikin. Heta ku em mafên xwe bi dest bixin wê pêvajoya çalakîya me bidome.” Odeya Dermanfiroşan di raporê de destnîşan kirin ku ew bi pirsgirêkên aborîyê dijîn û wiha hate domandin: “Em dixwazin bêyî endîşeya aborî karê xwe bikin. Em naxwazin nexweşan re bêjin derman tune ye. Her wiha em vekirina bê bername ya faqulteya dermanfiroşîyê jî qebûl nakin. Em daxwaza mafên xwe dikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.