GÜNDEM

ÎXRACATA AMEDÊ DI 2022AN DE JI SEDÎ 27,5 ZÊDE BÛ

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganîya Amedê Mehmet Kaya, reqemên îxracata sala 2022an yên ku Meclisa Îxracatkarên Tirkîyeyê eşkere kiribû nirxand.

ÎXRACATA AMEDÊ DI 2022AN DE JI SEDÎ 27,5 ZÊDE BÛ

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganîya Amedê Mehmet Kaya, reqemên îxracata sala 2022an yên ku Meclisa Îxracatkarên Tirkîyeyê eşkere kiribû nirxand.

Kaya, da zanîn ku li gor daneyên Meclîsa Îxracatkarên Tirkîyeyê yên 2022an, ji Amedê bi tevahî 294 mîlyon û 851 hezar dolar, îxracat hatîye kirin û wiha pê de çû, "Di sala 2021'an de îxracata Amedê ku 231 mîlyon û 252 hezar dolar bû, di sala 2022an de ji sedî 27,5 zêde bû, derket 294 milyon û 851 hezar dolarî. Ameda ku di sala 2021an de di lîsteya bajarên ku herî zêde îxrac lê tê kirin de di rêza 48an da bû, derket rêza 45emîn.” Kaya behsa îxracata ku bi rêya Midûrîyeta Gumrukê ya Amedê tê kirin û wiha got: “Di sala 2021ê de 28 milyon û 380 hezar dolar hat hinartin, di sala 2022an de ji sedî 420 zêde bû. 144 milyon û 835 hezar dolar hatîye kirin. Bi xebata hevpar a Midûrîyeta Gumrukê ya Amedê û Odeya me, em ê hewl bidin ku di demên pêş de jimareya xwe ya îxracata giştî baştir bikin. Em spasîya Midûrê Gumrika Amedê û ekîba wî dikin ku ji bo zêdekirina îxracatê dixebitin.” Kaya dîyar kir ku herî zêde ji Amedê îxracat ji Iraqê re hatîye kirin û wiha destnîşan kir, “Hinardekirina derve ji bo Iraqê, li gor sala borî ji sedî 8.5 zêde bûye û gihiştîye asta 120 milyon û 480 hezar dolarî.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.