NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎXRACATA DEXL ÊN HERÊMA BAŞÛRÊ ROJHILAT GÎHÎŞT 282 MILYON DOLAR

Li Herêma Başûrê Rojhilat îxracata dexl di meha Çile de gîhîşt 282 milyon dolarê.

ÎXRACATA DEXL ÊN HERÊMA BAŞÛRÊ ROJHILAT GÎHÎŞT 282 MILYON DOLAR

Li Herêma Başûrê Rojhilat îxracata dexl di meha Çile de gîhîşt 282 milyon dolarê.

 

Serokê Yekîtîya Îxracatkarên Dexl, Tov û Berheman ên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê Celal Kadooglu dîyar kir ku sektora wan ji bo îxracata herêmê girîng e.

 

Kadooglû wiha axivî, "Di meha Çileyê da îxracata sektora me 282 milyon dolar bû. Di îxracata xurekên bingehîn ên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê da Iraq, Amrîka û Sûrîye di rêza yekem da bûn.

 

Herî zêde madeyên ku tên îxrackirin meqerne, arê genim, piskûvît û wafret bûn." Kadooglu destnîşan kir ku tedbîrên sînordarkirina bazirganîya derve ya li Iraqê dewam dike û ji bo rakirina van qedexeyan bi rêvebirên pêwendîdar ên Iraqê ra dicivin û da zanîn ku bi zêdekirina îxracatê re encamên xebatên xwe wergirtine.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.