NÛÇEYÊN KURDÎ

XWEPÊŞANDANA XWENDEKARÊN HIQÛQÊ DI ROJA XWE YA SÊYEMÎN DE DIDOME

Xwepêşandana ku xwendekarên Hiqûqê yên Dîcleyê li dijî veguhertina avahiyên fakulteyan dabûn destpêkirin di roja xwe ya sêyemîn de didome.

XWEPÊŞANDANA XWENDEKARÊN HIQÛQÊ DI ROJA XWE YA SÊYEMÎN DE DIDOME

Xwepêşandana ku xwendekarên Hiqûqê yên Dîcleyê li dijî veguhertina avahiyên fakulteyan dabûn destpêkirin di roja xwe ya sêyemîn de didome. Xwendekarên ku li ber Fakulteya Hiqûqê hatin cem hev, di roja sêyemîn a çalakiya xwe de biryara veguhertinê protesto kirin. Xwendekar wê heta 4ê Mijdarê li ber avahiyên fakulteyê xwepêşandan ûçalakiyên rûniştinê li dar bixin. Di roja duyemîn a çalakiya ku xwendekaran dabûn destpêkirin de Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û rêveberiyê piştgirî dan. Îro jî parêzer û rêveberiya Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz piştgirî da xwendekaran. Xwendekaran bertek nîşanî tinehesibandina rektoran dan û careke din dubare kirin ku divê ev biryar bê betalkirin. 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.