NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎYÎ PARTÎ BERSIV DA PÊŞNÎYARA HDPÊ YA JI BO “NAMZEDÊ HEVPAR”

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Garo Paylan, xîtabê maseya şeşalî kiribû û wiha pêşnîyar kiribû, "Em çima serokkomarekî hevpar hilnabijêrin? Em nabêjin bi HDP’ê re tifaqê bikin.

Ji bo guhertina vê bergala xerab em dixwazin bi kêmanî be jî serokekî hevpar hebe. Berdevkê ÎYÎ Partiyê Kurşad Zorlu derbarê pêşniyara parlemeterê HDPê Garo Paylan, li Meclîsê daxuyaniyek da çapemeniyê û wiha got, “Derbarê HDP û têkilîya wê ya bi PKKê re tewra me zelal e. Lê di bin banê Meclîsê de ji bo demokrasîyê helbet em fikr û pêşnîyarên bi vê rengê baş dibînin. Meseleya namzediyê ne tenê mijareke ku ÎYÎ Partiyê eleqedar dike. Behsa Maseya Şeşalî hatîye kirin. Her wiha ev pêşnîyar dikare ji serok û hevkarên Maseya Şeşalî re were pêşkêş kirin. Di rojên pêş de em ê tev bi hevdû re li ser vê mijarê rawestin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.