NÛÇEYÊN KURDÎ

ÛYSAL: TALÎMAT HATÎYE DAYÎN, TUÎK WÊ ENFLASYONÊ KÊM BIKE

Serokê Giştî yê Partiya Demokratîk (DP) Gultekîn Ûysal, îdia kir ku talîmat danin TUÎKê û ew ê heta dawiya salê rêjeya enflasyonê kêm bikin.

ÛYSAL: TALÎMAT HATÎYE DAYÎN, TUÎK WÊ ENFLASYONÊ KÊM BIKE

Serokê Giştî yê Partiya Demokratîk (DP) Gultekîn Ûysal, îdia kir ku talîmat danin TUÎKê û ew ê heta dawiya salê rêjeya enflasyonê kêm bikin. Uysal ji rojnameya Sözcüyê re axivî û got, "Talîmata hatîye dayîn, TUÎK wê dawiya salê enflasyonê kêm bike. Bila welatiyên me qet li daneyên TÛÎK'ê nenêrin. Dema ku diçin sûk û bazarê danûstendinê dikin, bila li bihayên amûrên ku distînin binêrin gelo erzan bûne an na? Hûnê nikaribin pêşeroja me ji me bidizin." Uysal hevdîtina AKP û HDP'ê nirxand û got, "Mase tevlihev bû. Di binê maseyê de li HDP'ê digerîyan, derket holê ku wa ye li ser maseya Tayyîp Beg û Devlet Beg e. Komar e, demokrasî ye, hiqûq e. Ev welat wê hesabê xwe bike. Em ber bi xaçerêyê ve bipêşde diçin ."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.