NÛÇEYÊN KURDÎ

ZEMA MÛÇEYA KÊMTIRÎN DIBE KU JI SEDÎ 50 BE

Di bazarîya mûçeya kêmtirîn de di be ku ji sedî 50 bê zêdekirin û bibe 17 hezar 103 lîre.

ZEMA MÛÇEYA KÊMTIRÎN DIBE KU JI SEDÎ 50 BE

Bazarîya mûçeya kêmtirîn 11ê Berfanbarê roja Duşemê dest pê dike.

 

Komîsyona Tespîtkirina Mûçeya Kêmtirîn her sal di meha Berfanbarê de dest bi civînê dike. Komîsyona ku wê vê mehê 4 civînan pêk bîne, herî dereng di 31'ê Berfanbarê de wê biryara xwe ya dawî bide.

 

Li gorê hesabên ku li ser enflasyonê hat kirin, tê payîn ku bazarî ji sedî 40 dest pê bike. Lê belê bi gotinên hikûmetê yên zêdekirina yekcarî re, ev rêje bi zêdekirina para refahê heta ji sedî 50 zêde dibe.

 

Ger ji sedî 40 zêde bibe wê mûçeya kêmtirîn bibe 15 hezar û 963 lîre, ger ji sedî 45 zêde bibe wê bibe 16 hezar û 533 lîre, ji sedî 50 jî zêde bibe wê bibe 17 hezar û 103 lîre.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.