NÛÇEYÊN KURDÎ

ZINCÎRA VÎNCÊ QETÎYA, 2 KARKER JÎYANA XWE JI DEST DAN

Li Îzmîrê 2 karker ji qata dehemîn a plazayê ketin xarê û jîyana xwe ji dest dan. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin Halîl Gul ê 34 salî û Husnû Akan ê 35 salî ku di ajanseke reklamê de dixebitin bi vîncê ji bo tabelayekê daliqînin derketin qata 10emîn a plazayê.

Zincîra vîncê ji ber sedemeke ku nayê zanîn şikîya. Akan û Gul bi selika ku lê siwar bûn ji qata 10an ketin xarê. Gul û Akan ên ku bi giranî birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê, lê tevê midaxaleyan jîyana xwe ji dest dan.

Derbarê bûyerê de xwedîyê vîncê E.P. û operator F.Y. ji alîyê ekîbên polêsan ve hatin binçavkirin. Lêpirsîna derbarê bûyerê didome

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.