NÛÇEYÊN KURDÎ

ZORDESTÎYA SÎBER Û HEVSALÎ KET MUFREDATÊ

Wezareta Perwerdehîya Neteweyî (MEB) di çarçoveya "xebatên berpirsiyarîya civakî ya li ser dibistanê" de, ku di waneyên hilbijartî yên li dibistanên navîn de cîh digirin, wê ji xwendekaran re 'têkoşîna li dijî zordestîya sîber û hevsalî’ rave bike.

ZORDESTÎYA SÎBER Û HEVSALÎ KET MUFREDATÊ

Mufredata waneyê armanc dike ku ji xwendekaran re hestîyar û berpirsiyarîya civakî bidest bike û hişmendîya pirsgirêkên civakî bilind bike.

 

Di beşa "Nirxên Civakî û Exlaqê" de, têgehên wekê nirxê civakî, etîk, exlaq, pirsgirêka civakî, zordestî ya hevsalî, ewlekarîya dîjîtal, nirxa dîjîtal wê werin destnîşankirin.

Wekê din, xwendekar wê ji bo hişmendîya civakî kampanyayan organîze bikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên jîngehê wê projeyan amade bikin. Di vê çarçoveyê de, xwendekar wê çareserîyê li dijî qelewbûnê pêşve bibin û pêşnîyarên ji bo karsazî û inovasyon û pirsgirêkên gerdûnî pêş bixin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.