NÛÇEYÊN KURDÎ

13 HEZAR Û 500 ERMENÎ JI QEREBAXÊ DERKETIN

Piştê operasyona Azerbaycanê, Ermenîyên li Qerebaxê dijîn dest bi terikandina herêmê kirin.

13 HEZAR Û 500 ERMENÎ JI QEREBAXÊ DERKETIN

Piştê operasyona Azerbaycanê, Ermenîyên li Qerebaxê dijîn dest bi terikandina herêmê kirin.

Lijneya Wezîran a Ermenîstanê ragihand ku hejmara ermenîyên ku ji Qerebaxê hatine derxistin 13 hezar û 500 kes derbas kirîye.

Di daxuyanîya fermî ya Hikûmeta Ermenîstanê de wiha hat gotin: "Ji 26ê Îlonê, demjimêr ji 08:00an û pê de 13 hezar û 550 kes ji Qerebaxê derbasê Komara Ermenîstanê bûne. Ji vana 11 hezar kes qeyda wan hatîye çêkirin û agahîyên nasnameya 2 hezar û 550 kesan hêjî bi zelalî nehatîye eşkekirin.

Li alîyê din hat gotin ku ji alîyê Hikûmeta Ermenîstanê ve ji bo hemû welatîyên ku cihê rûniştina wan a ji berê ne dîyarkirî ye re xanîyên guncaw hatîye dayîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.