NÛÇEYÊN KURDÎ

AKP’YÎ HEQARET BIKE CEZA TUNE YE, LI MUXALEFETÊ CEZA DIBIRRIN!

Bulent Tûran ê AKPyî berîya hilbijartinê, ji muxalefetê re gotibû “Hûn Gêj in” li ser vê gotina wî, Huseyîn Savaş bertek nîşan da û got “Ê gêj û bêhiş hûn bi xwe ne.” Gotina Savaş wek sûc hat nîşandan û ceza lê hat birîn.

Di nûçeya Cîhan Başakçîoglû yê ji GazeteDûvarê, dema ku gotinên Turan ên ku got "Hûn Gêj in" bû sedema bertekan, Huseyîn Savaşê ku li ser medyaya civakî bersiva wî da û got, "Ya rastî yê gêj tu bi xwe ye.” Li ser gilîyê Bulent Turan, derbarê Savaş de bi îdiaya "heqaret li wezîfedarê cemawerîyê kirîye" doz hat vekirin. Pir balkêş hat dîtin ku di îdianameyê de behsa gotina 'Gêj' a Tûran ê AKPyî nehatîye kirin.

Dadgeha Cezayê Aslîye ya Lapsekîyê bi hinceta ku Savaş sûcê "heqareta li wezîfedarê cemawerîyê kirîye" 354 roj cezayê pere yê edlî birrî.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.