GÜNDEM

ALTAYLI: ÇI GOTINEK ŞERM E, EM DIKEVIN BIN ERDÊ

Nivîskarê rojnameya Haberturkê Fatîh Altayli bertek nîşanê daxuyanîya Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanîk a ku gotibû jinên ku hevjînên wan mirine û herî kêm 3 zarokên wan hene wê ji desteka xanî sûd werbigirin.

Altayli di nivîsa xwe de wiha got; “Binêre bêrûmetîyê, eger herî kêm 3 zarokên te nebin tu ne jin î. 3 zarokên te ji 18 salî mezintir hebin, tu ne muhtac î. Ger mêrê te nemire, tu ne hewcedar î. Min şermeke wisa, bêhurmetîyeke mezintir li hemberê jinê nedîtîye."

Altayi dîyar kir ku bi hezaran, bi deh hezaran jin tevê daxwazên xwe nikarin bibin xwedî zarok û wiha got: "Hûn dizanin ji ber tiştên ku hûn jê re dibêjin "plana çarenûsê" an jî ji ber sedemên zanistî "biyolojîkî" gelek jin nikarin bibin xwedîyê zarok. Ma ew ne mirov in? Ew ne jin in? Nêrîna we ya li ser jinan ev e? Têgihîştina we ya alîkarîyên civakî ev e? Dema em li we guhdar dikin, em şerm dikin. Çi gotinek şerm e, em dikevin bin erdê."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.