Serokê teşkîlata CHPê yê bajarê Amedê Abdûllah Atîk, bi zimanekî tund bertek nîşanê beyanata Erdoğan da.
Serokkomarê AKPyî Recep Tayyîp Erdogan, li Meclîsê di komcivîna partiya xwe de gotibû li Tirkîyê pirsgirêka Kurd tuneye.
Serokê teşkîlata CHPê yê bajarê Amedê Abdûllah Atîk, li dijî vê beyanata bi zimanekî tund rexne li Erdogan girt
Atîk wiha got: Li Amedê ji bo kesên îflas kirine dibêji dibêjin “top avêtiye” û aqil davêjin. Erdogan jî wek van kesên eqil avêtine wî jî top avêtiye. Li welatekî ku 20 milyon Kurd lê dijîn, meriv rabe bibêje li vê derê pirsgirêka Kurd tune ye raste rast xewreşî û xeflet e. Ger wisa ye, belê çima pêvajoyeke bi navê pêvajoya çareseriyê dabû dest pê kirin.”