NÛÇEYÊN KURDÎ

ATÎK Ê CHPYÎ: EM DI TÛRA EWIL DE BI SERKETIN, DÎSA EM Ê BI SERKEVIN

Serokê teşkîlata CHPê yê bajarê Amedê Abdûllah Atîk, derbarê encamên hilbijartinên Serokkomarîyê û parlementoyê yên di 14ê Gulanê de hatin kirin de daxuyanî da. Atîk, dîyar kir ku di hilbijartinan de serkeftina parlamenterîyê ya ku bi salan e nikarîbû bi dest bixin bi dest xistine û wiha got, “Gelê Amedê CHP’ê hembêz kir.

Yek ji bajarên ku gelek zêde piştgirî da Serokê me Kemal Kiliçdaroglû jî bajarê Amedê ye. Em deyndarê vê gelî ne.” Atîk, destnîşan kir ku di tûra ewil de serkeftî bûne û wiha berdewam kir, “Em ê hîn bêtir bixebitin.

Em ê bindest, Kurd, KHKyî, kedkar, xwendekarên zanîngehê, zarokên birçî diçin dibistanan, em ê teqawît û hemû kesên di nava civakê de tên şermezarkirin bi ser bikevin. Pergala qesrê wê têk biçe. Ji bo vê em gelê xwe vedixwînin ser sindoqan. Em di wê bawerîyê de ne ku hûn ê di tûra duyemîn de vê karê biqedînin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.