NÛÇEYÊN KURDÎ

AYM, DERBARÊ CAN ATALAY DE BIRYARA BINPÊKIRINA MAFÊ DA

Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê Parlamenterê girtî Can Atalay de biryara binpêkirina mafan da.

AYM, DERBARÊ CAN ATALAY DE BIRYARA BINPÊKIRINA MAFÊ DA

Derbarê serlêdana serbixwe ya Parlamenterê Partîya Karkerên Tirk (TÎP) Can Atalay ku di çarçoveya Doza Gezî de weke girtî dihat darizandin û tevê ku wek parlamenter hat hilbijartin jî nehat berdan û serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da bû de biryar hat girtin.

Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku mafê Can Atalay ê hilbijartinê û mafê azadîya şexsî û ewlehîya wî hatîye binpêkirin.

Biryara ku bi 9 dengan li dijî 4 dengan hat girtin, ji bo rakirina binpêkirina mafê (pêvajoya berdanê) wê ji 13. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê re bê şandin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.