NÛÇEYÊN KURDÎ

BAKIRHAN: DADGEHA BILIND GEFA HEWLDANA DERBEYÊ AVÊT

Hevserokê Giştî yê HEDEP'ê Tuncer Bakirhan got, "Dadgeha Bilind gava yekemîn a 'hewldana darbeyê' avêt.

BAKIRHAN: DADGEHA BILIND GEFA HEWLDANA DERBEYÊ AVÊT

Hevserokê Giştî yê HEDEP'ê Tuncer Bakirhan got, "Dadgeha Bilind gava yekemîn a 'hewldana darbeyê' avêt.

Ya rastî darbe ji alîyê Qesrê ve hat kirin." Bakirhan da zanîn ku di hilbijartinên herêmî de ji tifaqan re vekirî ne. Hevserokê Giştî yê Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (HEDEP) Tuncer Bakirhan di Civîna Koma partîya xwe ya heftane ya li Meclîsê de axivî. Bakirhan, anî ziman ku serlêdana sûc a Dadgeha Bilind a li hemberê Dadgeha Destûra Bingehîn jî hewldana darbeyê ye û got, "Derbeya rast ji alîyê Qesrê ve hat kirin.

" Bakirhan dîyar kir ku ew ji makezagona nû re amade ne û wiha axivî, "Em destûrê nadin rêziknameya makezagona ya ku li dijî demokrasîyê ye û azadîyan bisînor dike, em ê bi hemû hêza xwe li dijî vê yekê bisekinin." Bakirhan derbarê hilbijartinên herêmî de jî peyamek da û wiha got: "Dixwazim dîyar bikim ku hem li herêmê hem jî li Rojava, li bajarên ku gelê me lê kom bûye, di dema pêş de em ji tifaqan re vekirî ne, da ku îradeya gelê me di rêveberîyan de derkeve holê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.