NÛÇEYÊN KURDÎ

BALAFIR ALÎKARÎ BIR GAZEYÊ, DI VEGERÊDE WÊ NEXWEŞAN BÎNE

Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca dîyar kir ku alîkarîyên tenduristîyê yên ji bo Gazeyê berdewam dikin.

BALAFIR ALÎKARÎ BIR GAZEYÊ, DI VEGERÊDE WÊ NEXWEŞAN BÎNE

 

Wezîr Koca di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de dîyar kir ku balafira leşkerî ya ku malzemeyên alîkarîyê dibir Gazeyê danê sibê ji Kayserîyê şandin Balafirgeha El-Arîş a Misrê. Koca da zanîn ku dema vegera balafirê de wê nexweş û rêhevalên wan ku piranîya wan zarokin ji bo dermankirinê bînin Tirkîyeyê.

Koca destnîşan kir ku xebatên koordînasyonê yên bi 3 welatên têkildar re berdewam dikin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.