NÛÇEYÊN KURDÎ

BALAFIRA DIHAT AMEDÊ 4,5 SAETAN LI HEWA MA

Balafira rêwîyan a ji Stenbolê dihat Amedê bi saetan li hewa ma.

BALAFIRA DIHAT AMEDÊ 4,5 SAETAN LI HEWA MA

Balafira rêwîyan a ji Stenbolê dihat Amedê bi saetan li hewa ma. Balafira rêwîyan a Pegasus Airlines ku duh bi şev di saet 22:15an de ji Balafirgeha Sabiha Gokçen a Stenbolê rabû, rêwîtîya ku saetek û 20 deqîqeyan bidomîya di 4,5 saetan de temam kir.

Balafira ku ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê bi saetan li hewayê ma, piştê hewldanên dirêj li Balafirgeha Elezîzê rêwîyên xwe peyakir. Şîrîketa rêhewa ya Pegasusê di daxuyanîya xwe ya li ser gilîyê rêwîyan de wiha got: “Ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê yên Amedê, balafira me ya ji Sabiha Gokçen dihat Amedê neçar ma û danî li balafirgeha Elezîzê.

Em baş dizanin ne mimkûn e ku meriv neyînîyên ku hatine jîyîn û saetên windabûyî telafî bike. Lêbelê, wekê ku hûn ê teqdîr bikin, dibe ku di her şîrîketên balafiran de dem bi dem ji ber sedemên teknîkî, şert û mercên hewayê yên nebaş, pirsgirîk derdikevin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.