GÜNDEM

BERDÊLA XWARINÊ YA MEMÛRÊN DEWLETÊ HAT DÎYARKIRIN

Rêziknameya Alîkarîya Xwarinê ya ji bo memûran ku ji alîyê Wezareta Xezîne û Darayîyê ve Hatibû teblîx kirin, di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

BERDÊLA XWARINÊ YA MEMÛRÊN DEWLETÊ HAT DÎYARKIRIN

Rêziknameya Alîkarîya Xwarinê ya ji bo memûran ku ji alîyê Wezareta Xezîne û Darayîyê ve Hatibû teblîx kirin, di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Bi Daxuyanîyê re, ji bo memûr û karkerên bi peyman ku wê ji xwarina fîravînê sûd werbigrin, esasê berdêl dayînê hatin eşkere kirin. Ji 15ê Çileya 2023yan heta 14ê Çileya 2024an ji memûrên ku dê ji xizmeta firavînê sûdê wergirin, rojane di navbera 3 lîre û 81 quruş û 15 lîre û 55 quruş de wê bê standin. Personelên bi peyman jî li gor meaşê ku distînin wê rojane di navbera 4 lîre û 64 quruşan û 18 lîre û 59 quruşan pereyê xwarinê bidin.  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.