NÛÇEYÊN KURDÎ

ÇANDAR: DI HILBIJARTINAN DE YEK JI BAJARÊN PIR GRÎNG AMED E

Namzetên Parlamenterîyê yên Partîya Çepên Kesk a Amedê, bi endamên Platforma Parastin û Piştevanîya Bajêr a Amedê re hatin cem hev.

ÇANDAR: DI HILBIJARTINAN DE YEK JI BAJARÊN PIR GRÎNG AMED E

Namzetên Parlamenterîyê yên Partîya Çepên Kesk a Amedê, bi endamên Platforma Parastin û Piştevanîya Bajêr a Amedê re hatin cem hev.

Namzetê Parlamenterîyê yê Partîya Çepên Kesk a Amedê Cengîz Çandar,  dîyar kir ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê de bajarê ku di xala herî girîng de cih girtîye Amed e û wiha got; “Ez li xala herî polîtîk a cîhanê tevdigerim. Amed bi serê xwe rêxistinek e. Amed bajarekî ji hemû rêxistinan mezintir e û xwe bêhempa dibîne. Ti erdnîgarîyeke din ku hem xwe araste bike û hem jî xwe perwerde bike nîne. Em bi rêxistina xwe re ne. Di nava hefteyekê de hilbijartin heye, ez bawer nakim hilbijartineke asayî be. Em ê bikevin hilbijartina herî krîtîk a dîroka Tirkîyeyê. Ev hilbijartin herî zêde Amedê eleqedar dike. Ev hilbijartin wê bibe referanduma yek ji du bijardeyan. Yan wê Tirkîye ber bi dîktatorîyeke xurt ve biçe yan jî ber bi demokrasîyê ve biçe. Ev biryar ji her devereke welat zêdetir gelê Kurd eleqedar dike.” Çandar da zanîn ku nebûna demokrasîyê ya li welat tê wateya qirkirina Kurdan û bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan. Çandar got, “Rejîm hewl dide gelê Amedê û vîna Kurdan paşguh bike. Erka me dê ev be ku em guh nedin wan.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.