NÛÇEYÊN KURDÎ

ÇERKEZOGLÛ: HERIN SER SINDOQAN Û DENGÊ XWE BIDIN

Seroka Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzû Çerkezoglû ji bo hilbijartina serokomarîyê ya ku wê di 28ê Gulanê de bê kirin, bang li hilbijêran kir.

Çerkezoglû got, “Demokrasî ne tenê ew e ku ji 5 salan carekê biçin ser sindoqan û deng bidin. Demokrasî nanê karkeran e. Mimkun e ku em tabloya reş a ku em tê de dijîn bi tevahî berevajî bikin. Ji bo nîzameke nû ya civakî, ji bo Tirkîyeya kedê, di 28'ê Gulanê de em bang li hemû birayên xwe dikin ku dengê xwe bidin, biçin ser sindoqan, xwedî li ked, nan û welatê xwe derkevin.

Çerkezoglu, anî ziman ku ev hilbijartin pir girîng e û wiha got, "Di van hilbijartinan de em ê tenê serokkomar hilnebijêrin. Ev hilbijartin di navbera demokrasî û pergala serokatîya ku li dijî demokrasîyê de ye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.