NÛÇEYÊN KURDÎ

CEYRANA ŞAREDARÎYA DÊRSÎMÊ JI BER DEYN HAT BIRRÎN

Elektrîka Şaredarîya Dêrsimê ji ber 14 milyon lîre deynê fatûrê hat qutkirin. Li gor nûçeya DHA'yê, tê gotin ku ji dema ku şaredarîyê dest bi kar kirîye fatureyên ceyranê nedaye.

Şaredar Fatîh Mehmet Maçoglu jî, ji bo civîna awarte bang li rêveberên yekîneyan kirîye. Hat ragihandin ku ji bo xebat neyên astengkirin di avahîya xizmetê de bi jeneratorê ceyran tê dayîn. Maçoglu di daxuyanîya xwe ya meha borî ya der barê mijarê da dîyar kiribû ku fatûreyên ceyranê nêzî 3 milyon lîre bûne û bi pereyên ku distînin bi zehmetî nikarin mûçeyan bidin. Maçoglu wiha got, "Em bi pereyên ku hene bi zor mûçeyan didin. Em ê çawa fatureya ceyranê bidin. Em nikarin bac a SGKyê bidin. Li park, baxçe û cihên bi vê rengê ceyrana 7-8 aboneyên me girtin e. Heta ku dahatên şaredarîyan di butçeya navendî de zêde nebe ev pirsgirêk wê dewam bike."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.