GÜNDEM

CEZAYÊ ENDAMA MECLÎSA ŞAREDARÎYÊ ZÛGÛRLÎ HAT XERAKIRIN

Dadgeha Îstinafê, cezayê ku li Endama Meclisa Şaredarîya Bajarê Amedê Şehrîban Zûgûrlî hatibû birîn, xera kir.

CEZAYÊ ENDAMA MECLÎSA ŞAREDARÎYÊ ZÛGÛRLÎ HAT XERAKIRIN

Dadgeha Îstinafê, cezayê ku li Endama Meclisa Şaredarîya Bajarê Amedê Şehrîban Zûgûrlî hatibû birîn, xera kir.

Dadgeha Cezayê Giran a 10'emîn a Amedê, bi hinceta tev li çalakîyên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP), protestokirina qeyûman û merasîma cenazeyan û şînan bûye û her wiha bertek nîşanê êrişa kesên ku li ber HDP'ê êriş biribûn ser endamên partîyê daye, bi îdiaya "endamtîya rêxistinê" û "astengîya li ber peywirê" 7 sal û 9 meh ceza li Endama Meclisa Şaredarîya Bajarê Amedê Şehrîban Zûgûrlî birîbû.

Zûgûrlî bi rêya parêzerên xwe serî li Dadgeha Îstinafê dabû. Dadgehê bi sedema "vekolîneke kêm" û "li dijî hiqûqê" ceza xera kir û dosyeyê car din ji Dadgeha Cezayê Giran a 10'emîn a Amedê re şand.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.