NÛÇEYÊN KURDÎ

CHP JI BO PIRSGIRÊKÊN BALAFIRGEHA AMEDÊ PIRSNAMEYEK DIN DA

Pirsgirêka pergala germkirinê ya Balafirgeha Amedê didome, Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Karasû, derbarê mijarê de ji Meclîsê re pirsname pêşkek kir.

CHP JI BO PIRSGIRÊKÊN BALAFIRGEHA AMEDÊ PIRSNAMEYEK DIN DA

Derbarê pergala germkirinê ya Balafirgeha Amedê ya ku xera ye de pirsnameyek din ji Meclîsê re hat pêşkeşkirin.

 

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê û Wekîlê Sêwasê Ulaş Karasû, ji bo ku Wezîrê Gîhandin û Binesazîyê Abdulkadîr Uraloglu bersiveke nivîskî bide pirsname pêşkeşê Serokatîya Meclisê kir û dîyar kir ku li balafirgehê ji 22 heb merhelên germkirinê tenê yek dixebite û rêwî û karmend gelek zehmetîyên mezin dijîn.

 

Karasû di pirsnameya xwe de wiha pirsî; “Îdîayên ku tê gotin perçeyên di pergala germkirinê de hê jî tê rakirin, ji 22 heb merhelên germkirinê tenê yek dixebite û tenê di qata rêwîyên ku tên de tê xebitandin û di ofîsên karmendan û qata çûyînê de pirsgirêk hê jî tê jîyîn gelo rast e? Ger rast be, gilîyên ku ji hêla personelên ku neçar in her roj di hewaya sar de bênavber bixebitin wê çawa werin çareserkirin?"

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.