NÛÇEYÊN KURDÎ

DÎROKA EZMÛNA LGS YA 2024AN EŞKERE BÛ

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yilmaz Tekîn roja ezmûna navendî ya di çarçoveya LGSyê da eşkere kir.

DÎROKA EZMÛNA LGS YA 2024AN EŞKERE BÛ

Wezîr Tekîn dÎyar kir ku zarok Wê di 14ê Hezîranê de bi wergirtina qarneyê sala perwerdehîyê ya 2023-2024an temam bikin û 15ê Hezîranê roja Şemîyê jî şeva Eyda Qurbanê ye û li gor vê di sala 2024an de di çarçoveya LGSyê de 2yê Hezîranê roja Yekşemê wek roja ezmûna navendî hatîye dîyarkirin.

Tekîn dîyar kir ku di ezmûna LGSyê de di hejmara pirs û formê pirsan de tu guhertin çênebe û wiha got: "Hemû pirs wê li gorê salnameya ezmûnê, li gorê wane û serkeftinên di mufredata pola heştan de werin amadekirin." Wezîrê Perwerdeya 

Neteweyî Tekîn dîyar kir ku ew ê li gor îmkanan lêkolîn û daxuyanîyên derbarê salname û pêvajoya ezmûnê de parve bikin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.