GÜNDEM

DÎTAV: BILA NAVÇEYA SÛRÊ BI TEVAHÎ JI TRAFÎKÊ RE WERE GIRTIN

Weqfa Teşwîq, Çand û Piştevanîyê ya Amedê (DÎTAV) bang kir ku ne tenê di dawîya hefteyê de, pêwîste kolana Gazî ya Navçeya Sûrê her roj ji trafîkê re were girtin.

Bi daxuyanîya Şaredarîya Bajarê Amedê ku tê ragihandin, “Ji roja Şemîyê 19ê Tebaxa 2023an ve; kolana Gazî; Dawîya hefteyê demjimêr di navbera 10:00-19:00an û zivistanê de jî di navbera 10:00-18:00an de wê ji trafîka siwareyan re bê girtin.

Serokê Şaxa DÎTAV'ê ya Amedê Erhan Akalinlar, derbarê biryara şaredarîyê de daxuyanî da û wiha got, “Em weke weqf ji bo rêveberîyên bajêr ên hatine hilbijartin û tayînkirin demeke dirêj e ku divê ev yek pêk were.

Em pêşnîyar dikin ku biryara ku tenê bi Kolana Gazî re sînorkirî ye û bi dawîya tenê qîma xwe dike, pêwîste di nava hefteyê de her roj ji trafîkê re girtî be.

Weke DÎTAV em piştgirîyê didin pêkanîna bê tawîz ya ji trafîkê re girtina Sûrê.

Em difikirin ku wê jîyana mêvan û şênîyên bajêr bi vê regê bêhtir hêsan bike.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.