NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎDAREYA KOÇBERÎYÊ: 4 MÎLYON Û 893 HEZAR Û 752 KOÇBER HENE

Hat ragihandin ku li Tirkîyeyê hejmara koçberan li ber 5 milyonan e.

ÎDAREYA KOÇBERÎYÊ: 4 MÎLYON Û 893 HEZAR Û 752 KOÇBER HENE

Hat ragihandin ku li Tirkîyeyê hejmara koçberan li ber 5 milyonan e.

Di daxuyanîya ku li ser hesabê medyaya civakî ya Midûrîyeta Giştî ya Îdareya Koçberîyê hat dayîn de, derbarê hejmara koçberên li Tirkîyeyê û hejmara taxên ku ji koçberan re hatine girtin de agahî hatin dayîn.

Di daxuyanîyê de wiha hat gotin: “Heta niha li hezar û 169 taxên ku hejmara bîyanîyan li gor hejmara welatîyên Tirkîyê, ji sedî 20 derbas bûye û ji bo kêmkirina hejmarê, pergala qeydên bîyanîyan hatîye rawestandin.

Li welatê me hejmara koçberan 4 mîlyon û 893 hezar û 752 ye. Şîroveyên bêbingeh ên li ser hejmara bîyanîyan li welatê me, bi taybetî di medyaya civakî de û reqemên ku tên weşandin, ji rastîyê dûr e.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.