NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎSRAÎL LI DEYR EL-BELAHÊ ÊRÎŞA AVAHÎYA SIVÎL KIR! 24 MIRÎ, GELEK BIRÎNDAR HENE

Di êrîşa Îsraîlê ya li dijî avahîya ku sivîlên li bajarê Deyr el-Belahê ya li navenda Şerîda Gazeyê lê bi cîh bûne, 24 Filistînî jîyana xwe ji dest dan.

ÎSRAÎL LI DEYR EL-BELAHÊ ÊRÎŞA AVAHÎYA SIVÎL KIR! 24 MIRÎ, GELEK BIRÎNDAR HENE

Êrîşên Îsraîlê yên di 7'ê Cotmehê de li dijî Şerîda Gazeyê dabûn destpêkirin di roja 141'emîn de didome.

 

Tevê berteka hemû cîhanê jî, hêzên Îsraîlê, sivîlan kirin hedef û ji avahîyeke ku Filistînîyan xwe lê sipartibûn, êrîş pêk anîn.

 

Di êrîşa li dijî avahîya malbata Ebû Zûyter a li bajarê Dêr El-Belahê ya li navenda Şerîda Gazayê de herî kêm 24 Filistînî ku piranîya wan jin û zarok bûn, jîyana xwe ji dest dan. Di êrîşê de gelek Filistînî jî birîndar bûn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.