GÜNDEM

DAYÎKÊN ŞEMÎYÊ LI QADA GALATASARAYÊ HATIN BINÇAVKIRIN

Li Stenbolê Dayikên Şemîyê yên ku xwestin li Qada Galatasarayê daxuyanîyê bidin, polêsan rê nedan wan û bi destwerdaneke tund gelek kes binçav kirin.

Di serî de Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û gelek kesên din hatin binçavkirin.

Keskîn, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku "Em tên binçavkirin."

Dayikên Şemiyê navên kesên hatin binçavkirin parve kirin:

Besna Tosûn, Masîde Ocak, Alî Ocak, Hanîfe Yildiz, Sebla Arcan, Gulseren Yolerî, Eren Keskîn, Îrfan Bîlgîn, Îkbal Eren, Denîz Zeyrek, Aylîn Tekîner, Feyyaz Yaman, Ayşe Kirbayir û Leman Yûrtsever.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.