GÜNDEM

LI BER DERÎYÊ ZÎNDANA DÎYARBEKIRÊ DAXUYANÎYA MEDYAYÎ

Koma Însîyatîfê ya ji bo zîndana Dîyarbekirê bibe muzexaneya bîranînê, li ber derîyê zîndana Dîyarbekirê ya hejmara 5emîn daxuyanîyek çapemenîyê lidarxist.

LI BER DERÎYÊ ZÎNDANA DÎYARBEKIRÊ DAXUYANÎYA MEDYAYÎ

Koma Însîyatîfê ya ji bo zîndana Dîyarbekirê bibe muzexaneya bîranînê, li ber derîyê zîndana Dîyarbekirê ya hejmara 5emîn daxuyanîyek çapemenîyê lidarxist.

Parlamenterên berê, girtîyên li Girtîgeha Amedê û nûnerên partîyên sîyasî beşdarî daxuyanîyê bûn. Li ser navê komê Rahîme Kesîcî Karakaş daxuyanî xwend. Karakaş wiha got, “Girtîgehên Tirkîyeyê veguherîye qadên pratîkê yên taybet, bûne navendên îşkenceyê. Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê di lêkolînekê de yek ji ‘10 girtîgehên herî xirab ên cîhanê’ ye. Hat gotin ku hikûmet biryar daye ku "girtîgeh wê bibe muze." Em jî wek şahidên vê wehşeta ku di navbera salên 1980-84’an de di hejmara 5’an de pêk hat, dixwazin di biryarên ku li ser avakirina girtîgehê weke muze tên girtin û di vê pêvajoyê de cih bigirin. Karakaş daxwazên xwe wiha rêz kirin, “Divê avahîya girtîgehê li gor rewşa xwe ya salên 80-84’an bê guhertin. Navên kesên ku di girtîgehê de di encama îşkenceyê de hatine kuştin û jîyana xwe ji dest dane divê bi nivîsandina dîrok û cihên mirina wan bên dîyarkirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.