GÜNDEM

RAPORA GIRTÎGEHA PANOSÊ: ÎŞKENCE LI GIRTÎYÊN JIN HATÎYE KIRIN

Rêxistinên mafên mirovan rapora Girtîgeha Patnosê eşkere kirin û dîyar kirin ku li girtîgehê îşkence li 2 girtîyên jin hatîye kirin û xwestin lêpirsînek bi bandor bê birêvebirin

RAPORA GIRTÎGEHA PANOSÊ: ÎŞKENCE LI GIRTÎYÊN JIN HATÎYE KIRIN

Rêxistinên mafên mirovan rapora Girtîgeha Patnosê eşkere kirin û dîyar kirin ku li girtîgehê îşkence li 2 girtîyên jin hatîye kirin û xwestin lêpirsînek bi bandor bê birêvebirin.

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadîyê (OHD) a Wanê, Komeleya Piştevanîya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) û Baroya Wanê derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Pantosê ya Tîpa L’yê raporek amade kirin. Rêveberên sazîyan ji bo eşkerekirina raporê civîn li avahîya baroyê li dar xistin.

Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadîyê  ya Wanê, Mehtap Işik rapor xwend û destnîşan kir ku di çarçoveya raporê de bi Lale Kabîşen û Nazlican Barişer ên li Girtîgeha Patnosê girtî ne re hevdîtin kirin e.

Işik anî ziman ku îşkence sûcê li dijî miorvahîyê ye û xwest demildest faîl bên cezakirin.

Işik da zanîn ku jîyana jinên girtî di bin xetereyê de ye û xwest îşkence bi dawî bibe û lêpirsînên bi bandor bên dest pê kirin.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.