NÛÇEYÊN KURDÎ

DEMA DENGDAYÎN A LI DERVEYÊ WELAT SIBÊ BIDAWÎ DIBE

Xebatên dengdana 3 milyon û 416 hezar û 98 hilbijêrên ku ji bo Hilbijartina Serokomarîyê û Hilbijartina Serdema 28emîn a parlementoyê ya ku di 14ê Gulana 2023an di roja yekşemê wê bê kirin, di qeydên dengan ên bîyanî de qeydkirî bûn, sibe dem bi dawî dibe.

Proseya dengdanê li hinek ji van nûneratîyan bi dawî bû, li hinek nûneratîyên bîyanî jî wê sibe bi dawî bibe.

Hilbijêrên li derveyî welat sibe li gor demjimêra herêmî di navbera 18:00-21:00’an de ku li gor herêman ji hev cûda hatîye dîyarkirin, dikarin dengê xwe bidin. Kesên ku li welatê xwe di dema dîyarkirî de nekarîn dengê xwe bidin, wê heta 14ê Gulanê saet 17:00an li derîyên gumrikê dengê xwe bidin.

Ji bo van hilbijêran wê li 46 derîyên gumrikê, di nava 24 demjimêran de her demjimêr dikarin bê kirin. Piştê ku sibe proseya dengdayînê ya li derveyê welat bi dawî dibe, bi rêbazên ku YSK'ê dîyar kirîye, wê di bin ewlekarîya bilind de deng ji alîyê kûryeyên dîplomatîk ve bên Tirkîyeyê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.