GÜNDEM

DEMA SERLÊDANA JÊBIRINA DEYNÊ GAZ Û CEYRANÊ YA MEXDÛRÊN ERDHÊJÊ HAT DIRÊJKIRIN

Dema serlêdana jêbirin a deynên ceyran û gazê yên 11 bajarên ku ji ber erdhêja navenda Mereşê mexdûr bûne, hat dirêjkirin.

Li 11 bajarên ku Amedê jî di nav de ye, ji bo aboneyên ceyran û gazê yên ku xanî û dikanên wan wêran bûne, an bi giranî, yan jî sivik zirar dîtine û yên biryara hiweşandina lezgîn hatibe dayîn, dema serlêdanê heya 1ê Mijdarê hat dirêjkirin.

Li gor vê yekê, wê kesên mexdûr bikaribin bi yekcarê an jî, ji hev cûda serlêdanan bikin.

Lê belê, heyama serîlêdanê ya ku ji hêla şrîketên têkildar ve ji bo hemî serfkarên di çarçoveya betalkirinê de were çêkirin, ji bilî kesên ku li hember rewşa zirarê nerazî ne an serî li dadgehê dane wê heya 1ê Mijdarê bidawî bibe. Di Rojnameya Fermî ya ku di 25ê Gulanê de hat weşandin de demawek 90 roj hat ragihandin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.